Pirsa statûsê îdî girtîye, Arsax nikare nava teşkîla Adirbêcanêdabe:Davît Babayan

Alîyê Adirbêcnê dide dîyarkirinê, wekî diqewime pêwandîyên tevî Ermenîstanê bêne pêşxistinê û nava êtapekêda jî peymana aşîtîyê bê îmzekirinê. Derheqa wê yekêda serokê Adirbêcanê elam kiribû. Ewî gotibû, wekî hemû tişt wê wê yekêva girêdayîbe ku gelo alîyê ermenî wê hal rast qîmetke, yan na. Bi xeberdana derheqa elametîya Îlham Elîvyêda, wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye, wekî elametî ser navê Yêrêvanêye. Tê dîyarkirinê, wekî heger derheqa peymana aşîtîyêda xeberdan diçe, wî çaxî Adirbêcan gerekê ji xwestin, meremên têrîtorîyal paşda bisekine.
“Mesele, dibêje Yêrêvanê dixwezim, Zangêzûrê dixwezim, Sêvanê dixwezim. Eva pirseke çetine û şuxulkarîya wededirêje”,-Davît Babayan gotîye. Bi xeberdan derheqa elametîya Elîyêvda, derheqa statûsa Arsaxêda, Elîyêv gotibû, ku pirsa statûsa Arsaxê îdî girtîye, lê Davît Babayan jî dibêje: “Bêguman pirs girtîye, lê nava wê hemtêkstêda, wekî Arsax tu cara nikare nava teşkîla Adirbêcanêdabe. Bi rastî, pirsa Arsaxê wê wî çaxî girtîbe, wextê ku zelalbe ku Arsax welatê serbeste yan beşeke Ermenîstanêye.