Sereke

Heger hêzên parlamêntîyê qayîlbin, em hazirin herin berbi hilbijartinên ji sirêder: Paşînyan

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kirîye, ku heger hêzên parlamêntîyê qayîlbin, ew hazirin herin berbi hilbijartinên ji sirêder. Derheqa wê yekêda serekwezîr wextê berevbûna li meydana Komarê elam kirîye. “Heger pêşnîyara meye derheqa hilbijartinên ji sirê der, ji alîyê hêzên parlamêntêda bê qebûlkirinê, emê qayîlbin, hilbijartinên parlamêntîyê derbazkin, çimkî em hêvîdarin wekî cimeta me dikare serokatîya qanûnî li Ermenîstanê îzbatke”,- ewî gotîye. Serekwezîr serda zêde kirîye, wekî opozîsîyonêra hemû mecalên xwe dane xebatê ku bidine kifşê, wekî cimet dewê dike, ku ew ji qulixê derkeve. “Wana nikaribû wê yekê bikin û ez mecala duem didim û dibêjim, ku em berbi hilbijartinên nû herin û emê bibînin ku cimet dewa kîjan alî dike, ku ew alî dûrkeve”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button