Sereke

Hevraxeberdanên Hewlêrê û Begdayê bona pevketina herdu alîyaye baş têra hatine dîtinê: serekwezîrê Îraqê

Dîyaloga di navbera dêlêgasîyayên herêma kurda û hukumata fêdêralda bona wê yekêye ku bighîjine hevkarîyê, berbi kîjanê Hewlêr û Begda dicedînin. Derheqa wê yekêda serekwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî pêwandîyên di navbera Kurdistanê û Îraqa Fêdêralda, yên niha ne ewin, çi ku herdu alî dixwezin, li ser bingeha konstîtûsîyayê û dîyalog bona razîkirina herdu alîya berdewam dibe. “Hukumatê alî kir, ku hevraqayîlnebûnên tevî Kurdistanê ji ortê bêne hildanê.Hemû tişt wê yekêva girêdaîye, wekî parlamêntê pirsa byûcêyê û pirsên mayîn helke”,-serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button