Sereke
Qayîlnivîsara Ermenîstanê û Yektîya Avropayêye hevkarîya berfireh îdî qewata xwe stendîye
Qayîlnivîsara Ermenîstanê û Yektîya Avropayêye hevkarîya berfireh, îdî ji 1-ê adarêda qewata xwe stendîye. Qayîlnivîsar ji alîyê parlamênta Ermenîstanê, hemû welatên Yektîya Avropayê û parlamênta Avropayêda hatine îzbatkirinê. Ji wekîltîya Yektîya Avropayêye li Ermenîstanê ragîhandine, wekî qayîlnivîsar nava heleqetîyên Yektîya Avropayê û Ermenîstanêda tiştên girîng raber dike.Hatîye dîyarkirinê, wekî cêrge govekên bona hevkrîya dualî hatine dîyarkirinê. Dikevine nava rojeva dualî usa jî heleqetîyên welatên cînartîya Rohilatê.