Sereke

Rûsîya nerihetîya xwe girêdayî halê Ermenîstanêra dide kifşê

Serokatîya Fêdêrasîya Rûsîyayê û hemû hêzên welête sîyasî bang dikin ku alî hal bikin ku ew bi edil bê helkirinê. Derheqa wê yekêda spîkêrê şêwira fêdêrasîyon Valêntîna Matvîênkoyê elam kirîye. “Em bangî hemû hêzên Ermenîstanêye sîyasî, serokatîya Ermenîstanê dikin, ku hemû tiştî bikin bona ku halê li welêt bi rîya edil û anegorî qanûndarîya cî bê rastkirinê”,-ewê gotîye. Matvîênkoyê gotîye, wekî li Rûsîyayê bi nerihetî dîna xwe didine halê li Ermenîstanê û dixwezin ku pirsgirêk lez bê helkirinê. Matvîênkoyê serda zêde kirîye, wekî Ermenîstan bona piştgirîyê berbirî Rûsîyayê nebûye. “Ew çi ku li Ermenîstanê diqewime, karê Ermenîstanêyî hundure. Ermenîstan bona alîkarîyê berbirî Rûsîyayê nebûye”,-ewê gotîye. Ewê daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya tu cara tevî îşên welatên başqeye hundur nabe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button