Sereke

Beşeke hêroînêye mezin nava pakêtên hevîrtirşkda: Ermenîstanêra cêribandina derbazkirina beşeke narkotîkaye mezin hatîye eşkerekirinê

Xebatkarên îdara şerkarîya dijî teribandinên sînor, beşeke narkotîkaye mezin eşkere kirine.İmbareke gumirikêye li Yêrêvanê barekî 186OO kîlogiramê hatîye kontrolkirinê, nava kîjanada 33 qutîyên bi hêroînê hatine dîtinê.Ew hêroîn 365 kîlogiram bûye û bahê wêyî li sûkê gihîştîye 45 mîlîon dolarên amêrîkî. Piştî sala 2O14-a eva beşeke narkotîkaye mezine, ya ku ji alîyê organên Ermenîstanêye extîyarîxweykirda hatîye dîtinê.Hêroîn nava pakêtên hevîrtirşkda bûye û ew xwestine ji Îranê nava Ermenîstanêra derbazî Avropa Rojavayê bikin. Şeş meriv hatine girtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button