Sereke

Nêymar roja bûyîna serekwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîroz kirîye

Steyrkê fûtbola Brazîlîyayê Nêymar da Sîlva dudê adarê roja bûyîna serekwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîroz kirîye. Ewî nava pîrozbahîyêda tiştên baş xwestine. Mesrûr Barzanî şuxulkarekî sîyasîyî kurde. Ew sala 1969-a li provînsîya Hewlêrê ji dayîk bûye. 16-salîya xweda ew gihîştîye pêşmergên Kurdistanê û tevî şoreşa Kurdistanêye dijî BAAS-ê bûye. Barzanî li zankoya amêrîkîye li Waşîngtonê nava goveka lêkolînên navnetewîda dereca xwendinêye bilind stendîye. Li wir ewî usa jî dereca magîstrîyêye nava goveka helkirina konflîktaye bi rîya edil stendîye. Sala 2O1O-a ew wextê kongira partîyayêye 12-a nava şêwira serkarîkirinêda hatîye bijartinê û paşê bûye endamê byûroya sîyasî. Wextê xebata xweye li qulixa serokê şêwira bêqezîyabûna herêmê, ewî emekê kifş hiştîye û alî şerê dijî DAÎŞ-ê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button