Sereke

Qisa têlefonêye Ayvazyan-Borêl helkirina pirsgirêka Qerebagêye nava dorana koma Mînskêda girîng hesab kirîye

Dudê adarê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan bi têlefonê tevî cîgirê sedirê komîsîya Avropayê, wekîlê Yektîya Avropayêyî karên der Jozêp Borêl qise kirîye. Wezîrê Ermenîstanê û wekîlê Avropayê girêdayî qayîlnivîsara Ermenîsîanê û Yektîya Avropayêye derheqa hevkarîyêda hev pîroz kirine. Hatîye dîyarkirinê, wekî bi saya wê qayîlnivîsarê pêrspêktîvên mezin bona hevkarîya dualî vedibin. Fikir dora hevkarîya rohilatêda jî hatine pevguhartinê.Wextê qisê xeberdan usa jî derheqa pirsên bêqezîyabûn û qewînbûna herêmêda çûye. Alîya derheqa krîzîsa hûmanîtarîye li Arsaxê xeberdane. Herdu alîya jî ew yek girîng hesab kirine, wekî helkirina pirsgirêka Qerebagê, gerekê nava dorana hemsedirtîya koma Mînskêda bê mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button