Sereke

Wezîreta Ermenîstanêye karên der borcdare ji dika Organîzeya Netewên Yekbûyî pirsa peymana Moskvayê û Qersê raberke

Ermenîstan gerekê derheqa peymanên Moskvayê û Qersêda bîr neke, lê gerekê heleqetîyên tevî Rûsîyayê jî sert neke. Derheqa wê yekêda endama partîya “Ermenîstana ronî” Anna Kostanyanê gotîye. Ewê bîr anîye, wekî 16-ê adarê 1OO salîya îmzekirina peymana Moskvayê demam dibe, anegorî kîjanê Qers dane Tirkîyayê, lê Nexçêvan û Qerebag jî bi wedê sed sala ketine nava teşkîla Adirbêcanê.Ev qayîlnivîsar bi serkarîya Lênîn tevî hukumata Atatirk hatibû îmzekirinê. Wî çaxî ew hukumat bi navnetewî nehatibû naskirinê. Kostanyanê daye dîyarkirinê, wekî serkarîkirina Neçêvanê bi wedê sed salî hatibû pêşdakişandinê û mafê Rûsîyayê li wê herêmê diha zêdeye, ne ku yê Tirkîyayê. 16-ê adarê li Londonê qayîlnivîsara înglîza-rûsa hate îmzekirinê û wî çaxî hate qedexekirinê ku Ermenîstanê şêwirê dewekarîya hindva cînara raber neke. Çar-pêncê hezîranê jî byûroya Qafqasîyayêye merkezî qirar kir, ku Qerebagê bighînine Adirbêcana şêwirê. Em gerekê xwestinên xwe borcdar nekin û gerekê girîngîya hevkarîya ermenîya-rûsaye stratêcî hesab hildin. Feqet, bi fikira parlamêntvanê, serokatîya Ermenîstanê gerekê derheqa peymanên xayînda bêjin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button