Sereke

Ermenîstanê piştî şoreşa sala 2O18-a lêpirsînên îşên şûştina pera daye başkirinê: dêpartamênta dewletê

Dêpartamênta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye dewletê, raporta ji du beşa, ya stratêcîya navnetewîye kontrolkirina narkotîka raber kirîye.Hatîye dîyarkirinê, wekî beşa ewlin derheqa “Kontrolkirina narkotîka û kîmîyayê” daye, lê ya duda derheqa “Şûştina perada”. Anegorî raportê, Ermenîstan bona narkotîka welatekî tranzîte, li kîderê qanûndarîya şerkarîya dijî şûştina pera bere-bere tê qewatkirinê. “Piştî şoreşa sala 2O18-a, Ermenîstanê lêpirsînên îşên derheqa şûştina perada daye başkirinê.Nenihêrî wê yekê, wekî hukumata Ermenîstanê bernamên dijî ruşetxwerinê berdewam dike, bîznêsa narkotîka, perên ji der hatî, veşartina aktîva dîsa çawa pirsgirêk dimîne. Cesûsîya fînansî 2OO îşên şûştina pera stendine, dikevine nava kîjana îşên ji nîveka sala 2O18-a hetanî mijdara sala 2O19-a. Ermenîstan gerekê cezayê anegor hindava cexsên hiqûqî pêşda bikişîne, yên ku nava şûştina perada û fînansekirina têrorîzmêdanin”,- nava raportêda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button