Sereke

Tevbûna hêzên Rûsîyayê îzin neda ku konflîkta di navbera hêzên Sûrîya Dêmokratîk û hêzên rêjîmêye li Tel Temirê berfirehbe

Kanîyên înformasîyone cî ragîhandine, wekî hêzên Rûsîyayê tevî wê yekê bûne, ku konflîkta di navbera hêzên Sûrîya Dêmokratîk û hêzên rêjîma Sûrîyayêye li Tel Temirê berfireh nebe. Hatîye ragîhandinê, wekî hêzên Sûrîya Dêmokratîk dew kirine, ku hêzên rêjîmê ji du gunda derkevin, çimkî binelîyên cî şikyat kirine ku hêzên rêjîma Sûrîyayê zordarîyê didine kifşê, bac datînin ser wan û wextê derbazbûna posta ruşetê hildidin. Hal wî çaxî sert bûye, wextê ku hêzên Sûrîya Dêmokratîk, hêzên rêjîmê dorpêç kirine û dew kirine ku ew ji du gunda derkevin. Piştî wê yekê leşkerên rûs nehiştine ku ew konflîkt berfirehbe, lê hatîye ragîhandinê, wekî hal dîsa serte.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button