Sereke

Yêrêvan tevî Moskvayê pirsa wan welatîyên bîyanî gotûbêj dike, yên ku dixwezin herine Arsaxê

Yêrêvan tevî Moskvayê pirsa wan welatîyên bîyanî gotûbêj dike, yên ku dixwezin herine Arsaxê, guhdarî tê danînê li ser teşkîlkirina rêjîma pasportaye nû. Derheqa wê yekêda wekîlê pirsên dîyasporayê Zarhê Sînanyan gotîye. Ewî gotîye, wekî ewî ew pirs tevî cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Andrêy Rûdênko gotûbêj kirine. “Merivên ku welatvînîya wane rûsî yan jî ermenî tune, bona wan pirsgirêk pêşda tê. Dîyaspora meye mezin heye, û ew meriv her havîn tên Ermenîstanê, ew hiz dikin herine Arsaxê jî û wê havînê dikare halekî usa sazbe, wextê ku meriv bixwezin herine Arsaxê, lê rûyê wê rêjîmêda wê nikaribin wê yekê bikin”,- Sînanyan gotîye. Gilî derheqa wan nehîyadane, yên ku bin kontrola alîyê ermenî û aşîtîparêzên rûsadanin. “Qeyde-qanûnên nû usaye, wekî gerekê hevt roj pêşda erzê raberî wekîltîya Arsaxêye li Ermenîstanê bikin, paşê navnîşê teslîmî aşîtîparêza dikin û paşê tê qirarkirinê, ku kê dikare here Arsaxê , kê na”, Sînanyan gotîye. Bi gotina Sînanyan, pêşîya nexweşîya koronavîrûsê, sala 2O19-a, ji 3O-î hetanî 5O-î hezar welatîyên bîyanî li Arsaxê qesidîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button