Sereke
Avropa gerekê bangî Tirkîyayê bike ku Dêmîrtaş aza berdin: komên mafparêz
Pênc teşkîletên navnetewîye mafparêz bangî wezîrên Avropayêye karên der kirine ku ew bangî Tirkîyayê bikin ku lez sîyasetmetdarê kurd Salhedîn Dêmîrtaş, anegorî qirara mehkema Avropayêye mafên mêriv, aza berdin. Hukumê ji alîyê dewletên Avropayêye li ser Enqerê bona Dêmîrtaş zêde dibe. Komîtêya şêwira Avropayêye wezîra, ya ku wê hevtîya tê berevbe, gerekê bangî Enqerê bike, ku Dêmîrtaş lez aza berdin, çawa ku mehkeme dewa wê yekê dike. Derheqa wê yekêda nava elametîya teşkîletên navnetewîye mafparêzda hatîye gotinê.