Sereke

Moskva hesab dike wekî cûrê pevguhartina dîlên leşkerîye herî baş hemû dewsa hemûîyaye: Zaxarova

Moskva hesab dike wekî cûrê pevguhartina dîlên leşkerîye herî baş hemû dewsa hemûîyaye. Derheqa wê yekêda wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên dere fermî, Marîya Zaxarovayê gotîye. Çawa bersiva wê pirsê ku gelo li cem Rûsîyayê melûmetî hene, ku li Adirbêcanê çiqas dîlên ermenî hene, ewê gotîye: “Hindava vê prsêda tabîyên alîya cudane. Melûetî ji hev cuda dibin. Hejmarên ku Yêrêvana resmî dide dîyarkirinê, her dem tên guhartinê. Ji Bekûyê înformasîyayên başqe tên stendinê. Bi hesabhildana firqîyên vî cûreyî, em berbirî alîya dibin, ku ew berbirî hevbin”. Bi gotina Zaxarovayê, hetanî niha bi navçîgarîya aşîtîparêzên rûs 79 meriv hatine paşdavegerandinê: 63 li alîyê ermenîya, 16 jî li alîyê Adirbêcanê. Zaxarovayê gotîye, wekî cûrê pevguhartina dîlaye herî baş, hemû dewsa hemîyaye. “Em difikirin, wekî helkirina vê pirsêye lez wê îzinê bide, ku nava heleqetîyada rûpelên targîk welgerînin û guhdarîyê bidine ser pêşdabirina rojeva baş”,- Zaxarovayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button