Sereke

Vahan Kêrobyan dêlêgasîya bi serkarîya serokê beşa banka hemdinyîayêye li Qafqasîya Başûr qebûl kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan dêlêgasîya bi serkarîya serokê beşa banka hemdinyîayêye li Qafqasîya Başûr Sêbastîyan Molînêûs qebûl kirîye. Wezîrê êkonomîkayê halê êkonomîka Ermenîstanêye niha û pirsên ji alîyê hukumatêda pêşdakişandî raber kirine, nava doranên kîjanada ji alîyê wezîreta êkonomîkayêda sîyasîya êkonomîkîye nû tê hazirkirinê, ya ku niha nava êtapa dawîdane. Alîya pirsên hevkarîya tevayî, yên nava govekên malhebûna gundîtîyê û tûrîzmêda gotûbêj kirine. Ji alîyê Sêbastîyan Molînêûsda hatîye pêşnîyarkirinê ku wan goveka bidine dîyarkirinê, nava kîjanada banka hemdinîyayê dikare piştgirîyê bide Ermenîstanê. Dawîya hevdîtinê pevketin hatîye destanînê ku gotûbêjkirina berdewam bikin, bi meremê hevkarîya nava bernamên tevayîda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button