Sereke

Badasyan pirsa dîlên leşkerî raberî kongrêsa Organîzeya Netewên Yekbûîye îzinnedayîna xirabkarîyê kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî edaletê Rûstam Badasyan tevî kongira 14-a, ya Organîzeya Netewên Yekbûîye îzinnedayîna xirabkarîya dibe, ya ku ji pênca hetanî 11-ê adarê li Yaponîyayê derbaz dibe. Wextê axaftina xwe, wezîrê Ermenîstanêyî edaletê derheqa agrêsîya tirka-azêrîyaye li Qerebagêye îlona sala 2O2O-î daye dîyarkirinê.Badasyan bi taybetî derheqa xirabkarîyên dijî merivatîyê, dîlên leşkerî, raber kirîye. “Anegorî înformasîyayên stendî, şedetîya wê yekê tê dayînê, wekî xêncî wî hemû tiştî Tirkîya û Adirbêcan piştgirîyê didine zêdebûna têrorîzmêye li herêmê. Em difikirin, wekî civaka navnetewî gerekê bighîje van cedandina ku dijî vê qezîyayê derkevin û gunehkara li ber cabdarîyê bidine sekinandinê”,-Rûstam Badasyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button