Sereke

Serekwezîrê Îraqê bang dike, ku “dîyaloga miletîyê” derbazkin bona ku tevî Kurdistanê bighîjine hevraqayîlbûna dawî

8-ê adarê serekwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî bang kirîye ku dîyaloga miletîyê derbazkin, ya ku wê bighîne hevraqayîlbûna di navbera Hewlêrê û Begdayêda. Serekwezîr bi axaftin pêşda hatîye, ya ku ewî pêşkêşî seredana Papê Romayêye li Îraqê kirîye û elam kirîye, wekî binelîyên welêt bi mêvandarîya xwe peyam temamîya dinîyayêra şandine.
Hewlêr û Begda îdî çend mehin ku hevraxeberdana derbaz dikin, bona ku nava cêrge pirsada bighîjine hevraqayîlbûnê. Kurdistanê îdî çendik-çend cara îzbat kirîye, wekî ew dixwezin ku hemû tişt li ser hîmê konstîtûsîya Îraqê bê derbazkirinê. Kazimî bangî hemû fraksîyayên sîyasî kirîye ku qedirê berjewandîyên miletîyê bigrin û ji gavên usa dûr bimînin, yên ku dikarin zyanê bidine welêt. Serekwezîr gotîye, wekî welatê wî naxweze ku welat bona welatên mayîn bibe deşta şêr û bangî hemûya kirîye ku qedirê Îraqê û serbixwetîya wê bigrin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button