Sereke

Wextê civîna teşkîleta hevkarîya êkonomîkî, dîktatorê Bekûyê here kêm sê derew kirine: îranzan

Wextê civîna teşkîleta hevkarîya êkonomîkî, dîktatorê Bekûyê here kêm sê derew kirine. Derheqa wê yekêda îranzan Vardan Voskanyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. Ewî hîmlî daye dîyarkirnê: “Ya ewlin ewe, wekî ewî gotîye ku “Bi serkeftina Adirbêcanê” giva dew-doz ser hevda hatîye. Lê şer hela hê xilaz nebûye, çimkî tenê elametîya derheqa agirbestêda hatîye îmzekirinê. Ya duem ewe, wekî giva Adirbêcan, Tirkîya û Îran girêdayî rêyên transporta herêmêra, li ser tabîya tevayîne. Li ber çevaye, wekî Îranêra tenê vekirina sivdera Nexçêvanê dest dide, lê vekirina rîya Adirbêcan-Nexçêvan-Tirkîya ne anegorî berjewandîyên Îranêye. Derewa sêem ewe, wekî giva Zangêzûr “topraxa Adirbêcanêye dîrokîye”. Berê ewlin parwelatê bi navê Zangêzûr tune, lê heye qeza Ermenîstanêye Syûnîk, axa kîjanê nava dîroka bi hezar salada tu cara beşa Adirbêcanê nîbûye”,-Voskanyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button