Sereke
Miqaledarê têlêvîzîyona Tirkîyayêye «Halk TV”-ê Gulteqîn hatîye êrîşkirinê

Miqaledarê têlêvîzîyona Tirkîyayêye «Halk TV”-ê Gulteqîn li Stembolê hatîye êrîşkirinê. Çawa ku Ermenihaber- ê ragîhandîye, derheqa wê yekêda Gulteqîn Twittere-da nivîsîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew koma xirabkaraye 25 merivmî, li ber avayê têlêvîzîyonê ew êrîş kirine. Hatîye dîyarkirinê, wekî ew eslê xweda kurde.Hatîye gotinê, wekî menîya êrîşê ewe, wekî van axirîya, wextê progirameke xwe, Gulteqîn ew rêberên Tirkîyayêye sîyasî rexne kirine, yên ku tevî teşkîldarîya pêşkêşî salvegera wefatbûna serekwezîrê berê, hîmdarê “Îslama sîyasî” Nêcmêtîn Êrbakan bûne.