Sereke

Stêfan Dyûjarîk gunehkarkirinên dijî wekîla “UNICEF”-ye li Ermenîstanê çawa yên bêhîm hesab dike

Berdevkê katibê Organîzeya Netewên Yekbûyî Stêfan Dyûjarîk gunehkarkirinên Ermenîstanêye dijî wekîla “UNICEF” -ye li Ermenîstanê Marîyan Klark Hattîngê wekî ewê bona Adirbêcanê û Brîtanîyayê cesûsî kirîye, çawa yên bêhîm hesab dike.Derheqa wê yekêda Dûjarîk wextê hevdîtina tevî rojnemevana gotîye. Gunehkarkirinên dijî wê bêhîmin û ez wê bi temamî diparêzim.Ez dikarim tenê bêjim, wekî hevalkarên mine “UNICEF”-ê çi kö minra gotine, ez wê wera dibêjim. “UNICEF” û hukumata Ermenîstanê hatine li ser wê qayîlîyê wekî Mrîyan Klarak Hattîng wê dawîya vê mehê xebata xweye çawa wekîla “UNICEF”-ye li Ermenîstanê ser hevda bîne û wê qulixeke başqeda bê kifşkirinê”,- Dyûjarîk gotîye. Dyûjarîk daye dîyarkirinê, wekî Marîyan Klark Hattîng pêşda li merkza “UNICEF”-ê xebitîye û li cêrge qulixada cîhê xwe girtîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button