Sereke

Em dîsa cabdarîya tomerî dikişînin û emê bi qedir wê yekê bikin: serekwezîr gotîye fermandarîya hêzên sîlihkirî

Nîkol Paşînyanê serekwezîr li wezîreta parastinê şêwirdarî tevî teşkîla ofîsêrên hêzên sîlihkirîye derecebilind derbaz kirîye.Tevî şêwirdarîyê bûne wezîrê parastinê Vagarşak Harûtyûnyan, cîgirê serokê ştaba sereke, gênêral Artak Davtyan û yên mayîn. Wextê şêwirdarîyê serekwezîr gotîye:
“Em nava cêribandina giranra derbaz dibin, lê ez dixwezim bêjim, wekî nava halê herî giranda jî, cimeta me, welatîyên me, hukumat û ji me tu yek nikare wan kirinên gênêral û ofîsêrên me, leşkerên me qîmet neke.
Ez dixwezim bêjim, wekî em tevayî cabdarîyê dikişînin û ez hêvîdarim, wekî emê wê cabdarîyê bi qedir bikişînin. Pirsên hêzên sîlihkirî çawa berê, usa jî niha merkeza guhdarîya hukumatêdanin. Ev yek dide kifşê, wekî em gerekê tevayî bikaribin gotûbêj bikin, bersivên cêrge pirsa bidin û armanca xweye bona pêşeroja hêzên sîlihkirî bikin yek”,-serokê hukumatê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button