Sereke

Gelo eskerê Adirbêcanê wê teslîmî Tirkîyayêbe?: eva bahê dewsa şerê derbazbûîye

“Meremê tirkîzasîyakirina eskerên Adirbêcanê hetanî şerê li Arsaxê jî dihate kifşê. Gelek cara jî derheqa sazkirina pareskerên tevayîda xeberdan diçû, navê kîjanî gerekê bibûya “Tûran””,- pêşezanê pirsên herêmê Karên Hovhannîsyan dibêje.
Telîmên hêzên Tirkîyayê û Adirbêcanêye bi sirê destpê bûne û nava deh mehada eva yên sêemin. Meremê telîmayî hîmlî ewe, ku hêzên azêrîya werguhêzî anegorî normên tirka bikin.Bi fikira pêşezanên pirsên herêmê, şerê li Arsaxê hemû tişt da lezêxistinê, eskerê azêrîya ji alîyê hêzên tirkada dihate serkarîkirinê û ji alîyê Tirkîyayêda dihate kontrolkirinê. Li Tirkîyayê venaşêrin, wekî armanc heye, ku eskerê azêrîya tevî eskerê tirka bikin. Eva ew bihaye, yê ku Adirbêcan gerekê bide. Xêncî wê yekê Tirkîya dixweze yektîya leşkerî, ya dewletên tirkîaxf sazke. Ew yek dide kifşê, wekî ew gavên dijî Rûsîyayê diavêje. Bi fikira pêşezan, Ermenîstan û Rûsîya gerekê hevkarîya leşkerî bidine kûrkirinê, çimkî li vê herêmê lîstikçîyên hîmlî Rûsîya, Tirkîyane. Piştî telîmên tirka-azêrîyaye ewlin, agrsêsîya dijî Arsaxê destpê bû, wextê kîjanê gelek xirabkarîyên şêr hatine mîyaserkirinê. Peyî wê yekêra telîmên tevayî diha bi întênsîvî tên derbazkirinê, û bi gotina Karên Hovhannîsyan ew yek ne tiştekî normale, çimkî piştî şera, alîyê seroketî salek yan du sala telîma derbaz nake, lê dicêribîne tabîyên xweye dîplomatî bide qewînkirinê. Feqet piştî şerê Arsaxê îdî cara dueme ku telîmên tirka- azêrîya tên derbazkirinê. Tê bêjî ew xwe bona opêrasîyonên leşkerîye nû hazir dikin.
Pêşezan nafikire, wekî nava pêşeroja nêzîkda wê opêrasîyonên leşkerîye berfireh bêne mîyaserkirinê, lê diqewime bicêribînin tabîyên xwe bidine berfirehkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button