Serokkomarê Ermenîstanê bona hevdîtinê serekwezîr, serkarên fraksîyayên parlamêntê û heja xilazkirina Weten teglîf kirine
Serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan girêdayî gotûbêjkirina halê welêtî sîyasî û krîzîsêra, bona dîtina rêyên helkirina pirsgirêkê, serekwezîrê Ermnîstanê, serokên fraksîyayên parlamêntê û serokên heja xilazkirina Weten, 13-ê adarê, seheta 12-a li cîhê rûniştandina serokkomar, teglîfî hevdîtinê kirine. Nava elametîya serokkomarê Ermenîstanêda hatîye gotinê:
“Krîzîsa sîyasîye li welêt berdewam dibe, hal serte, û ew yek dikare encamên başqe bona welatê me û dewleta me pêşda bîne.
Pirsgirêk gelekin, helkirina wana dewê dike, ku guhartinên lez bên kirinê, nava wanda yên konstîtûsîyon û qanûndarî.
Him serokatî, him hêzên parlamêntê û ji parlamêntê der gelek cara tabîyên xwe dane dîyarkirinê. Feqet, hevfemkirin û xwestina çûyîna berbi kompromîsê tune.
Nava qewilên pêşdahatîda meremê minî tek-tenê ewe, ku welat ji bûyarên başqe dûr xweykin û îzinê nedin halekî usa pêşda bê, yê ku dikare encamên xirab pêşda bîne.
Boy kara berjewandîyên dewletê û cimetê, lazime ku lez hal bê milahîmkirinê.
Bi hesabhildana berjewandîyên dewletê û hemmiletîyê, bona gotûbêjkirina hal û altkirina krîzeyê, ez serekwezîrê Ermenîstanê, serokên fraksîyayên parlamêntê û serokên heja xilazkirina Weten 13-ê adarê, seheta 12-a, teglîfî li cîhê rûniştandina serokkomar dikim”.