Sereke

Wezîreta Rûsîyayêye karên der: Moskva hêvîdare ku li Ermenîstîanê wê hal lez bê normalkirinê

Halê li Ermenîstanê karê wî welatîye hundure. Rûsîya hewaskare, ku hal lez bê normalkirinê. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Andrêy Rûdênko gotîye.
“Em wê yekê çawa karê Ermenîstanêyî hundur dibînin. Em tevî wan şuxulkarîya nabin, û piştgirîya tu alî jî nakin. Em dixwezin ku hal zû normalbe, çimkî ewê karê bide hemûya”,- ewî gotîye. “Rûsîya hêvîdare, wekî li Qerebagê halê sert nebe. Em hêvîdarin, wekî wê negihîje wê derecê”,- Rûdênko gotîye.
Li Ermenîstanê piştî wê yekê krîzeya sîyasî destpê bûye, wextê ku 25-ê sibatê serokê ştaba hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî Onîk Gasparyan û fermandarîya derecebilind dew kirine, ku Nîkol Paşînyanê serekwezîr ji qulixa xwe dûrkeve. Serekwezîr ew yek çawa cêribandina welgerandina dewletêye bi rêya leşkerî qîmet kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button