Sereke

Dema ku usa dibe, serokatî berbirî şêwira Organîzeya Netewên Yekbûîye bêqezîyabûnê dibe: T. Sîmonyan derheqa dayîna bersiva gavên Adirbêcanêda

Adirbêcanê elam kirîye, wekî wê Ermenîstanê borcdarke, ku li Syûnîkê “sivderê” veke, lê gelek cara jî elam kirîye, wekî azêrî wê paşda vegerine li ser “axa xweye dîrokî”: Zangêzûrê, Yêrêvanê û yên mayîn. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê fraksîya “Ermenîstana ronî” Taron Sîmonyan, rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. Ewî daye dîyakirinê,wekî eva gefxwerina bona xebitandina qewatêye, ya ku bi qanûndarîya Organîzeya Netewên Yekbûyî qedexekirîye. Heger li ser vê yekê usa jî em zêde dikin, wekî ji 15-16-ê adarê telîmên azêrîyaye leşkerî têra hatine dîtinê û ew jî dikeve nava rojên morkirina peymana Moskvayê /Qersê/, ew jî tê hesabê çawa gefxwerina xebitandina qewatê. Heger em hinekî jî dîna xwe didine bûyarên dora hevalkara Ermenîstanêye stratêcî û usa jî yên li herêmê, wî çaxî tê bêjî pêşerojêda tiştên baş tunene, bi hesabhildana agrêsîya tirka-azêrîyaye çend meh pêşda.
Wî çaxî serokatîyên dewleta berbirî şêwira Organîzeya Netewên Yekbûîye bêqezîyabûnê dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button