Sereke

Ermenîstanê telîmên leşkerî derbazke, tevî kîjana bibin 75OO qulixçîyên leşkerî

Anegorî plana hêzên Ermenîstanêye sîlihkirîye sala 2O21-ê, ji 16-a hetanî 2O-ê adarê hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî gerekê telîmên tevayî, bi tevbûna leşkerên cûre-cûre derbazkin.Hatîye dîyarkirinê, wekî meremên wan telîma ewe, ku dereca şerkarîya esker, karebûnên serkarîkirina opêratîv û opêrasîyonên lez kontrolkin. Ssênarên cûre-cûre têra hatine dîtinê. Tevî wan telîma wê bibin 75OO qulixçîyên leşkerî, nêzîkî 2OO têknîkayên rokêta, topên rêaktîv û topên mayîn, ji 15O-î zêdetir mecalên dijî tanka, nêzîkî 1OO têknîka zirihkirî û ji 9O-î zêdetir mecalên parastina hewê.Avîyasîya leşkerî jî wê tevî wan telîma bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button