Sereke

Heger mecalên cuda neyêne xebitandinê, wî çaxî nava hevt rojada wê 37OO nexweşên nû bêne raberkirinê: pêşezan

Halê koronavîrûsêyî li Ermenîstanê meriv dikare çawa halê sert qîmetke.Serkara îdara merkeza kontrolkirina nexweşîyên înfêksîyon Romêla Abovyanê derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransê gotîye.
“Niha halê ji nexweşîya koronavîrûsê pêşdahatî meriv dikare çawa yê sert qîmetke, çimkî nava van rojên dawîda zêdebûna nexweşên nû tên dîtinê. Heger encamên 14 rojên dawî himberî 14 rojên pêşîya wana bikin, wî çaxî tê kifşê, wekî nexweşî ji 91 selefî zêdetir bûye”,-Abovyanê gotîye. “Ew yek dide kifşê, heger nava hevt rojên nêzîkda tu gav neyêne avîtinê, qanûnên bêqezîyabûnê neyêne xweykirinê, wî çaxî ew hejmar dikare bighîje 37OO-î”,-Abovyanê gotîye û derheqa xweykirina qanûnada daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button