Sereke

Hukumata Herêma Kurdistanê bersiva xemgînîya Tirkîyayêye bona dîzayna duruşmê daye

Çawa me pêşda dabû dîyarkirinê, 5-ê adarê Papê Romayê bi seredan çûbû Îraqê. Ew li Hewlêrê jî qesidîbû û rastî serokatîya Herêma Kurdistanê hatibû. Girêdayî seredana Papê Romayêra, duruşmên li ser nama bi wêneyê Papê Romayê Fransîskos hatîye berdanê, lê pêra jî xerîteke Kurdistana Mezin li ser duruşmê hatîye dîyarkirinê. Tirkîyayê nerihetîya xwe girêdayî wê xerîtêra daye dîyarkirinê.Piştî wê yekê hukumata Herêma Kurdistanê, bersiva xemgînîya Tirkîyayê daye. Berdevkê hukumata Herêma Kurdistanê Cûtîyar Adil gotîye wekî ew duruşm hê bi fermî nehatine îzbatkirinê, lê raberî şikilkêşa kirine.Ewî usa jî daye zelalkirinê, wekî hukumata herêmê, wê girêdayî vê pirsêra qirarê qebûlke, ya anegorî konstîtûsîya Îraqê û qedirgirtina serbixwetîya Îraqê û dewletên cînar.Ewî daye dîyarkirinê, wekî hukumatê şeş projeyên dîzayîna duruşmê teslîmî şikilkêşa kirine, yên ku pêşkêşî seredana Papê Romayêye li Kurdistanê kirine. Lê ew yek hê nehatîye îzbatkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button