Sereke

Katibê NATO-yî sereke îzbat kirîye: seyaset tiştekî ne moralîye, lê Tirkîya jî şerkara dijî têrorîzmêye

Katibê NATO-yî sereke Yêns Stoltênbêrg elam kirîye, wekî Tirkîya bona wan “gelekî girînge”. Derheqa wê yekêda Daily Sabah-ê nivîsîye.
“Girîngîya Tirkîyayê meriv dikare tenê bi nihêrandina xerîtê fem bike”,-Stoltênbêrg li zankoya Kalîfornîyayêye Stênfordê gotîye. Çawa bersiva wê pirsê ku gelo gerekê Tirkîyayê ji NATO-ê bidine dûrxistinê, li ser fona pêwandîyên serokê Tirkîyayê û serokê Rûsîyayê, Stoltênbêrg gotîye, wekî Tirkîya bona wan “gelekî girînge”. Serokê NATO-ê daye dîyarkirinê, wekî Tirkîya cînara Îraqê û Sûrîyayêye û ew nava şerkarîya dijî têrorîzmê berbiçeve.
Bêguman, seyaset tiştekî nemoralîye û tiştekî qirêje, lê sînorên hemû tiştî hene. Hê nîv sal jî ji agrêsîya Adirbêcanê û Tirkîyayêye dijî Arsaxê û Ermenîstanê derbaz nebûye. Welatê endamê NATO-ê, bi xebitandina sîlihên NATO-ê agrêsîya qirêj mîyaser kirîye. Bi wê yekêva tevayî Tirkîyayê eşkere têrorîstên ji Rohilata Navîn dane xebatê. Derheqa wê yekêda ne tenê Rûsîyayê daye dîyarkirinê, ya ku ji alîyê NATO-da hizkirî nîne, lê usa jî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Fransîyayê û cêrge welatên rojavayê derheqa wê yekêda gotine. Bi hesabhilnedana ji alîyê Tirkîyayêda xebitandina komên têrorîstî, gelek şedetîyên başqe hene û serokê NATO-ê jî derheqa rola Tirkîyayêye nava şerkarîya dijî têrorîzmêda dibêje. Çawa gava bi sirê,em pêşnîyar dikin ku Stoltênbêrg bona Êrdogan xelata Nobêlîyêye aşîtîyê pêşnîyarke. Meriv dikare qet dûr jî neçe, nivîsara bi zimanê ermenî ji alîyê Mêhrîban Elîyêvayêda tê pêpeskirinê, ya ku bûye “bayloza YÛNÊSKO-ye sidqê qenc”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button