Sereke

Qirara hukumata Ermenîstanêye derheqa wekîla UNICEF-da

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê qirara hukumata Ermenîstanêye derheqa sekinandina qulixkirina wekîla UNICEF-ye li Ermenîstnê, Marîn Klark Hattîngê şirove kirîye. Bi gotina Nagdalyanê, menîya wê qirarê ewe, wekî hukumatê xebata Hattîngêye li vir çawa ne ya hevkarîyê lê nihêrîye û nava pirsa mandata wêda kêmasî hebûne.Li rex wê şirovekirinê, anegorî behsên ne fermî, Hattîngê bona Brîtanîya Mezin û Adirbêcanê cesûsî kirîye. Hal bi wê yekêva dijwar dibe wekî Hattîng îmûnîtêta xweye dîplomatî dide xebatê û gelek tişt hindava wêda sînorkirîne. Tiştekî cudaye wextê ku wekîla teşkîleta navnetewîye bi nav û deng dikare şuxulkarîya wî cûreyî mîyaserke.Xebitandina qulixa dîplomatî bona merkezên hemdinîyayêye qewatê, praktîka belavbûîye. Vê carê gelo Ermenîstanê nikaribûye bi fermî derheqa cesûsîyêda elamke û pirsgirêkê diha bilindke, yan şedetîyên anegor tunebûne?
Eva tiştekî ecêb nîne, wekî nava teşkîletên navnetewîye hûmanîtarîda, çawa UNICEF-e, yên ku bin bandora Organîzeya Netewên Yekbûyîda dişuxulin, dikarin tiştên vî cûreyîva mijûlbin. Tora azêrîyaye xavîyarê gihîştîye sîstêmên Avropayê jî. Nava van rojada jî parlamêntvanekî Bûndêstagê eyan bû, yê ku ruşetxwerinêva girêdayî Adiribêcanêra hate dîyarkirinê.
Em dibînin, ku UNICEF çi cûreyî nêzîkî wê pirsê dibe, wextê ku sîyasîya Adirbêcanêye barbarîye hindava mîrata ermenîye çandî, çi dike. Tiştê ecêvmayînê nîne, wekî nava wê cêrgêda usa jî nevsekî UNICEF-yî derecebilind dikaribû hebûya. Wî alîda Adirbêcan werguhêzî dewleteke usa bûye, ya ku sîstêmên navnetewî bêhurmet dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button