Sereke

Gelo Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê bikaribe Elîyêv bide kerkirinê?: komîsîya data Ermenî rêzolyûsîya nû hazir kirîye

Komîsîya data Amêrîkayêye Ermenî berbirî serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, wezîrê karên der bûye, ku diha bi aktîvî dîna xwe bidine elametîyên serokê Adirbêcanê û hema vê carê wî bidine kerkirinê, wextê ku ew derheqa Syûnîkêda xeber dide.Derheqa wê yekêda katiba komîsîya data Ermenîye li Amêrîkayê Êlîzabêt Çûlcyanê gotîye.
“Himberî meha îlonê, wextê ku hukumata Amêrîkayê nava xebatên dîplomatîda hazir nîbû, wextê ku Tirkîya û Adirbêcan Ermenîstan êrîş kirin, vê carê pêwîste xebata eşaretîdayînê derbazkin û zelal bêjine hukumata Adirbêcanê, wekî derheqa opêrasîyonên leşkerîda xeberdan nikare hebe”,- ewê gotîye.
Bi gotina wê, admînîstrasîya amêrîkî, çawa hemsedira koma Mînskê, gerekê aktîvîyê bide kifşê. Admînîstrasîyayê wextê şêr, wextê îmzekirina elametîya 9-ê mijdarê xwe ker kirîye, lê niha îdî wedeye, ku mafên cimeta Arsaxê biparêzin û tevî xebatên paşdahatina mihacira û dasekinandina Arsaxê bibin. “Ew yek girînge, wekî hukumata amêrîkî gerekê ne tenê bona gefxwerinên vî alîda gava biavêje, lê usa jî bona barbarîyên wextê şêr mîyasekirî”,-Çûlcyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button