Sereke
Komeke sîlihkirîye neeyan li nehîya Şengalê êrîş birîye ser eskerê Îraqê
Êvara roja şemîyê eskerê Îraqêye li Şengalê, nêzîkî sînorê Sûrîyayê, rastî êrîşê hatîye. Bi gotina serokê şêwira Şengalê Vaîs Neyîf, komê ji alîyê Sûrîyayêda berbi eskerê Îraqê agir barandîye. Eskerên Îraqê bersiva wê yekê dane û ew bi mecbûrî paşda vekişîyane. Nava encamên wê bûyarêda leşkerekî îraqî hatîye kuştinê.