Sereke

Los Ancêlêsê 9-ê mijdarê çawa roja bîranîna cangorîyên agrêsîya Adirbêcanêye dijî Arsaxê elam kirîye

Şêwira bajarê Los Ancêlêsê bi yekdengî rêzolysîya qebûl kirîye, bi kîjanê derheqa piştgirîya xweye hindava binelîyên Komara Arsaxê elam kirîye.Rêzolyûsîya ji alîyê endamên Şêwirê Pol Krêkoryan û Mîtç Ofarêlda hatîye raberkirinê. Rêzolysîyayêda hatîye dîyarkirinê, wekî bajarê Los Ancêlêsê herdem piştgirî daye binelîyên Arsaxê, yên ku bi êtnîkî û ji alîyê çandêda ermenîne û binelîyên li wê herêmêne, û piştî hilweşîna Sovyêtê derheqa serbestîya xweda elam kirin. Nava rêzolyûsîyayêda derheqa şerê 27-ê îlonêda hatîye dîyarkirinê, yê ku ji alîyê Adirbêcanêda hate destpêkirinê, meremê kîjanî ew bû, ku bi rêya qewatê paqijkirinên êtnîkî hindava binelîyên ermenî bidana derbazkirinê û bi qewatê Arsax dagir bikirana. Endamê şêwra bajêr qirar kirine, wekî bajarê Şûşîyê niha bi neqanûnî bin kontrola Adirbêcanêdane û ew wedelû statûsa “Bajarê dost” didine seknandinê.Ji alîyê şêwira bajêrda hatîye qirarkirinê, wekî 9-ê mijdarê tê elamkirinê çawa roja bîranîna agrêsîya Adirbêcanêye dijî Komara Arsaxê û usa jî bîranîna bi hezara cangorîya.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button