Sereke

Mehkema Avropayêye mafên mêriv girêdayî pirsa dîlên ermenîra raberî komîtêya wezîrên Şêwira Avropayê kirîye

9-ê adarê, mehkema Avropayê, li ser hîmê cêrge erzên wekîlê Ermenîstanêye li mehkema Avropayêye mafên mêriv, usa jî bi hesabhildana wê yekê, wekî hukumata Adirbêcanê gelek cara wedê mehkemêye kifşkirî teribandîye û înformasîya tam raber nekirîye, qirar qebûl kirîye, wekî derheqa pêpeskirina mafên dîlên leşkerîye li Adirbêcanê û usa jî merivên sîvîl raberî komîtêya Şêwira Avropayêye wezîra bike.
“Em bêjin, wekî qirarên derheqa îşên dijî Adirbêcanê, yên girêdayî dîlên ermenîra, hê nava qewatêdanin.Mehkema Avropayê Adirbêcan dabû borcdarkirinê, ku derheqa qewilên xweykirina dîlada, saglemîya wanda û usa jî paşdavegerandina wanda înformasîyaye raberke.Mehkemê qirar kirîye, ku derheqa wê yekêda raberî komîtêya wezîra bikin”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button