Sereke
Vir hada erzên bona vîzayên ji Kurdistana Îraqê wê tenê li konsûlxana Hewlêrêye sereke bêne qebûlkirinê
Konsûlxana Ermenîstanêye li Hewlêrê ragîhandîye, wekî ji 1-ê adarêda konsûlxana Ermenîstanêye li Hewlêrê xebata xwe destpê kirîye û bona stendina vîzayên çûyîna li Ermenîstanê dikarin li konsûlxanê bistînin û erzên bona wan vîza wê ji Kurdistana Îraqê li baylozxana li Begdayê neyêne qebûlkirinê. Em bêjin, wekî vekirina konsûlxana Ermenîstanêye li Hewlêrê dawîya meha sibatê derbaz bibû.