Sereke

Aşîtîya li ser tunebûna binelîyên ermenîye dardabûyî nikare bibe ya wededirêj: Ara Ayvazyan

Nava hemû êtapên dew-doza Qerebagêda Ermenîstan bona kara helkirina pirsgirêkêye bi rêya edil pêşda hatîye.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan, piştî hevdîtina tevî seroka Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê, wezîra Swêdêye karên der An Lîndê, gotîye.Wezîr gotîye, wekî elametîya sêalî çawa dokûmênta dasekinandina agirbestê û îzbatkirina bêqezîyabûnê tê lênihêrandinê.
“Nenihêrî wê yekê wekî hinek xal girêdayîne helkirina edilra, lê ew yek derheqa wan tiştên serekeda nîne, ji kîjana ya ewlin statûsa Qerebagêye, ya ku li ser hîmê mafê xweqirarbûna ermenîyên Arsaxê hatîye hîmdanînê. Helkitrina pirsgirêkêye tam tenê nava doranên hemsedirtîya koma Mînskêda tiştê bûyînêye”,- Ayvazyan gotîye. Bi gotina wî, bûyarên van axirîaye li rêgîyonê didine dîyarkirinê, wekî hewcetî heye ku hemsedirtîya koma Mînskêye qewat gerekê bixebite. Ayvazyan gotîye, wekî wêrankirina gundên Arsaxêye edil, nava wanda usa jî Hadrûtê, tunekirina binelîyên ermenî û dewsa wan çêkirina gundên azêrîya nikare bibe aşîtîya îzbatkirî û wededirêj. Ewî gotîye, wekî wê şerkarîyê bona heqîtîyê berdewamkin.Wezîr bîr anîye, wekî ji meha nîsanê hetanî meha tebaxê Ermenîstanê sedrtîya forûma hevkarîya bêqezîyabûnê, ya Organîzeya Hevkarî û Bêqezîabûna Avropayê hilde ser xwe.Em bîr bînin, wekî 14-ê adarê seroka hekarî û Bêqezîyabûna Avropayê çûbû Adirbêcanê jî li kîderê r’astî serokê Adiribêcanê Îlahm Elîêv û wezîrê karên der Cêyhûn Bayramov hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button