Sereke

Bekû naxweze xalên elametîya 9-ê mijdarêye sêalî mîyaserke

Bekû cara bi sirê naxweze xalên elametîya 9-ê mijdarêye sêalî mîyaserke.Em bîr bînin, wekî xaleke wê elametîyê pevguartina dîlaye bi prînsîpa “Hemû dewsa hemûya”, lê xaleke mayîn jî derheqa wê yekêdane, wekî “Alî gerekê li ser tabîyên xwe bisekinin”. Li Bekûyê ne tenê van xala mîyaser nakin, lê li ber xwe tişta derdixin, ku xala pevguartina dîla mîyaser nekin. Bi vî cûreyî, wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov wextê birîfînga tevî wezîra Swêdêye karên der Ên Lîndêyê, gotîye. Prêssa Adirbêcanê nava înformasîyayên xweda nivîsîye:”Ermenîyên nava dîltîyêda dîlên leşkerî nînin, yên ku gerekê nava dorana elametîya 1O-ê mijdarêda bên azaberdanê. Ew piştî morkirina agirbestê şandine li wir. Piştî morkirina dokûmêntê, serokatîyê 6O qulixçîyên leşkerî ji qeza Şîrakê şandine wir. Ew leşker dîvêrsîya mîyaser kirine, leşkerên Adirbêcanê kuştine û ewê li ber qanûnê cabdarîyê bikşînin”. Çend roj pêşda serokatîya Adirbêcanê, bi navçîgarîya sedira şêwira Rûsîyayêye Fêdêrasîyon Valêntîna Matîvênkoyê, du jinên dîlketî paşda vegerandine. Angorî înformasîyayên heyî, dîsa çend jin nava dîltîyêda dimînin, lê gelek dîl hê li wir mane. Serokatîya Adirbêcanê rastîyê tevlîhev dike, piştî qebûlkirina elametîya sêalî, dicêribîne statûsa dîla biguhêre û wana çawa “têrorîst” raberke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button