Sereke

Wezîrê Almanyayêyî dewletê helkirina pirsgirêka Qerebagêye bin bandora hemsedirên koma Mînskê girîng hesab kirîye

Wezîrê Almanyayayî dewletê Mîxayêl Rot bangî Ermenîstanê û Adirbêcanê kirîye, ku girêdayî pevguhartina dîlara û merivên bêser-berate undabûyîra tevî komîtêya Xaçê Sor hevkarîyê bikin. Derheqa wê yekêda wezîr mîkrobloga xweda nivîsîye.
“Ermenîstan û Adirbêcan gerekê hevkarîya zelal tevî Xaçê Sor bikin, girêdayî pirsên dîlên leşkerî û merivên bêser-berate undabûyîra. Aşîtîya wededirêj dixweze ku dew-doz bi rêya sîyasî, bin bandora hemsedirên koma Mînskêda, bê helkirinê”,- Rot gotîye. Ewî nivîsîye, wekî pevçûyînên li Qerebagê sekinîne, lê birînên wan hê vekirîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button