Sereke

Gelo Ermenîstanê byûcêya xweye leşkerî bide kurtkirinê?: bersiva cîgirê serekwezîr

Pirsa kurtkirina byûcêya leşkerî li hukumatê nayê gotûbêjkirinê û têra nayê dîtinê ku gotûbêj bikin.Derheqa wê yekêda cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan gotîye. Eva serê çend rojaye, nava prêssayêda melûmetî tên belavkirinê, ku hukumatê qirar kirîye byûcêya leşkerî bide kurtkirinê.Pirsa wî cûreyî dane Mhêr Grîgoryan ku ew melûmetî çiqasîva raste.
“Em niha pirsên girêdayî bilindkirina xercên byûcêyê gotûbêj dikin û nava encamên wê yekêda xerc wê zêdebin, lê hinek alîyada wê bên kêmkirinê”,-Grîgoryan gotîye.
Xêncî wê yekê cîgirê serekwezîr gotîye, wekî goveka parastinê, pirsa hukumatêye pêşine, û bilindkirina xercên byûcêyê wê tenê alî wê govekê bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button