Sereke

Kongrêsmênên ŞAY bangî Adirbêcanê kirine, ku dîlên ermenî lez aza berdin

Hemsedirên komîsîya pirsên ermenî, ya palata Ştatên Amêrîkaêye Yekbûîye Wekîla Adam Şîf, Gas Bîrîlakîs, Frênk Paloûn, Dêyvîd Valadao, Cêkî Spîyêr 16-ê adarê rêzolyûsîya raber kirine, ya ku bangî Adirbêcanê dike lez dîlên ermenîye li Adirbêcanê, yên ku wextê şerê Qerebagêyî sala 2O2O-î dîl ketine, aza berdin. 31 endamên palata Wekîla piştgirîya xwe hindava wê rêzolyûsîyayê elam kirine. Rêzolyûsîyayêda usa jî tê dîyarkirinê, wekî anegorî elametîya sêalîye 9-ê mijdarê, alî borcdar bûne hemû dîla aza berdin, û nenihêrî wê yekê, wekî Ermenîstanê hemû borcdarîyên xwe qedandine, Adirbêcan statûsa dîlên leşkerî feş dike û dicêribîne bernedana dîla afû bike. Adam Şîf xweykirina dîla çawa tiştê qebûlnekirinê hesab kirîye. “Adirbêcan borcdare lez van dîla aza berde, û çiqasî derengî bêxe, ewê bide kifşê, wekî qedirê qanûnên navnetewî û mafên mêriv nagire.Adirbêcan bona barbarîyên nava şerê dawîda gunehkare û ev yek pirsgirêkê diha dide kûrkirinê”,- Şîf gotîye û bîr anîye, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bi hemû kanalên dîploatî gerekê paşdavegerandina dîlên ermenî bide çareserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button