Sereke

Şoygû derheqa xeberdanên derheqa sazkirina “Eskerê Tûranê”-da xeberadaye

Wezîrê Rûsîyayêyî parastinê Sêrgêy Şoygû derheqa elametîyên şuxulkarên sîyasîye cuda-cuda, bi taybetî li Qazaxstanê, yên derheqa sazkirina “Tûrana mezin” û “Eskerê Tûranê” xeberdaye. Wextê hevpeyvîna tevî rojnama qazaxî, ewî bîr anîye,wekî cimetên tirkîaxif usa jî li Rûsîyayê dijîn, bo wê yekê jî femdarî nîne ku axaftinên wî cûreyî dijî kêne.”Ya ewlin, ez dixwezim wan merivara bêjim, ku wan meriva dikarin çawa şuxurkarên sîyasî navkin, yan çawa tiştekî mayîn.Hûn derheqa wê yekêda difikirin, hûn hinek gava diavêjin. Ew yek bona çiîye û dijî k’êye? Cime’tên tirkîaxif li Rûsîyayê jî dijîn, ew gelekin. Welatê me pirnetewe û li welatê me cûre- cûre dîn hene û em bi sedsala tevayî dijîn”,-Şoygû gotîye.Bi xeberdana derheqa heleqetîyên tevî Tirkîyayê, wezîr bîr anîye, wekî di navbera Moskvayê û Enqerêda xebata gelekî giran, gelekî dijar, lê ya gelekî kardar tê mîyaserkirinê. Bi gotina wî, xebat gelekî girane, çimkî ew yek dijwarîya pêşda tîne ku Tirkîya endama NATO-ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button