Sereke

Civaka kurdên Ermenîstanê aksîya şikyatkirinê li ber ofîsa Teşkîleta Netewên Yekbûyî derbaz kirîye

Civaka kurdên Ermenîstanê 19-ê adarê aksîya şikyatkirinê li ber ofîsa Teşkîleta Netewên Yekbûyî derbaz kirîye.Bi ragîhandina “Armênprêss”-ê tevbûyên aksîyayê ji komara Azatûtyûnê berbi ofîsa Teşkîleta Netewên Yekbûyî livîyane, li kîderê dewa xwe raber kirine.
Endamên civaka Ermenîstanêye kurda bangî civaka navnetewî kirine ku gava biavêjin li hebsa Tirkîyayê bona saxlemîya Abdûla Ocalan, melûmetîyên resmî teşkîlkin bona rasthatina tevî wî.
“Me dîsa melûmetîyên nebaş derheqa serokê cimeta kurd Abdûla Ocalan stendine.Ew bo mafên mêriv, azaya gela şerkarîyê dike.Bo wê yekê jî teşkîletên navnetewî gerekê gava biavêjin û bo saxlemîya wî îzbatkin û rasthatinê teşkîlkin tevî endamên malbeta wî.Yanê na cimeta kurd wê bi mecalên başqe şerkarîya xwe pêşda bibe, hetanî azaîya serok”,- wextê qisa tevî rojnamevanê “Armênprêss”-ê, şêx Mahar Broyan gotîye.
Bi gotina parlamêntvanê paralamênta Ermenîstanêye esilê xweda kurd, Kinyaz Hesenov, weke 22 sale wekî seroketîya tirka li hebsê zordarî dijî Ocalan kirine.
“Çend cara wana behs belav kirin, wekî Ocalan wefat bûye, kîjan paşê hatîye înkarkirinê. Vê carê dîsa xeberên usa belav kirine. Eva îdî 7-8 rojin, ku serokên tirka derheqa wê yekêda melûmetî belav nekirine.Îro kurdên temamîya cîhanê rabûne ser pîya, kirinên Tirkîya faşîstîyê himberî cimet û serokê me şermezar dike.
Em eşaretîyê didine Tirkîyayê, wekî zû melûmetîya derheqa saxlemîya Ocelanda bidin. Armanca aksîya meye ştikyatkirinê ewe, ku em bangî teşkîletên navnetewî, ŞAY-ê, Fêdêrasîa Rûsîyayê, welatên Avropî bikin ku melûmetîyên lez derheqa Ocalanda bistînin”,-Hasanov gotîye.
Bi ragîhandina sedirê komîtêya kurdên Ermenîstanê Slo Drboyan, civaka kurda bona ku xwestina xwe bighîne cî, hazire awqas wext aksîyayên edil derbazke, çiqas lazimbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button