Sereke

Elametîya wezîreta Araxêye karên der girêdayî seredana serokê Adirbêcanêye li nehîyên Arsaxêye okûpasîyakirîra

Wezîreta Arsaxêye karên der elametî belav kirîye, girêdayî seredana serokê Adirbêcanêye li nehîyên Arsaxêye okûpasîyakirîra.
“Bi nîşandayîna qedirnegirtinê, ya hindava cedandinên helkirina pirsgirêka Qerebagê, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv tevî kulfeta xwe Mêhrîban Elîyêvayê û nevsên derecebilinde mayîn, li nehîya Arsaxêye okûpsîyakirî, Hadrûtê qesidîye.Wextê çûyîna xweye li wir, Elîyêv teslîmî merivên ku rêberîya wî dikirin, kirîye ku nivîsarên sedsalên navîne li ser dêr û heykelên li wir bidine resîtkirinê. Seredanên wî cûreîye fermî, sîyasîya dijî ermenîyaye wî cûreyî planên agrêsîve pêşerojê didine kifşê. Komara Arsaxê gelek cara elamî civaka navnetewî kirîye ku ji dereca dewletê ji alîyê Adirbêcanêda têrorîzma çandî tê mîyaserkirinê, mîrasa ermenîye çandîye li ser têrîtorîyayên okûpasîyakirî tên tunekirinê.
Ew komkujîya sîyasîya xirabkarîya dijî merivatîyêye, dijî normên navnetewîye, teribandina rêzolyûsîya û qayîlnivîsarên navnetewtye û bona dinîya sîvîlîzasîyon qezîyaye.
Em bangî teşkîletên navnetewîye anegor dikin ku hemû mecalên anegor bidine xebatê ku tunekirina mîrasa ermenîye çandî bidine sekinandinê û sîasîya Adirbêcanêye komkujî gunehkarkin.Bêkarî û bêdengî dikarin encamên diha xirab pêşda bînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button