Sereke

Ermenîstan dixweze hetanî sala 2O36-a wedê xebata stansîya atomî bide dirêjkirinê: serokê stansîyayê

Ermenîstan dixweze piştî wedê dawî ji pênca hetanî deh sala şuxulkarîya stansîya atomî bide dirêjkirinê. Derheqa wê yekêda wextê hemcivîna pêşkêşî 55 salîya ênêrgêtîka atomîye li Ermenîstanê, serokê stansîyayê Movsês Vardanyan gotîye. Salên 2O15-2O16-a, bi piştgirîya korporasîya rûsîye “Rosatom”-ê û bi mecalên krêdîta rûsî, Ermenîstanê gelek xebat bona dirêjkirina wedê stansîya atomî kirîye. Niha jî xebatên dasekinandinê bi mecalên alîyê ermenîya tên mîyaserkirinê. Bloka stansîyayêye duem sala 198O-yî hatîye xebitandinê, û hetanî sala 2O26-a îdî wê bighîje 4O salî, çimkî ji salên 1989- hetanî sala 95-a stanêsîya nexebitîye. Bi gotina Movsês Vardanyan, bi hesabhildana cêribandina welatên mayîn, ew hazir dibin wedê xebata stansîyayê ji pênca hetanî deh sala zêdekin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button