Sereke

Şêwira dêrên mesîhîya bangî ŞAY-ê kirine ku pirsa azakirina dîlava mijûlbin

Şêwira dêrên mesîhîya bangî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî kirîye lez alîkarîyê bidine wan binelîyên Arsaxê, yên ku mecbûr bûne rûyê şerê ji alîyê Adirbêcanê û Tirkîyayêda destpêkirî malên xwe bihêlin û dûrkevin.” Em berbirî Ştatên Ykbûyî dibin, ku bi aktîvî hevraxeberdana derbazkin, bona ku leşkerên ermenî û merivên sîvîl paşda vegerînin, yên ku bi teribandina peymana agirbestêye 9-ê mijdarê îmzekrî dîsa li Adirbêcanê mane. Em usa jî bangî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dikin, hemû serokên sîyasî û usa jî ayîna dîn dikin, ku ew bi berfirehî komkujîya Ermenîye sedsala 2O-î naskin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê. Şêwira dêraye miletîyê nama ser navê Êntonî Blînkên û wezîrê parastinê Loyîd Osîînî û ya ji alîyê 1O1 endamên Kongrêsêda îmzekirî, silav kirîye û daye dîyarkirinê, wekî ŞAY gerekê lez pirsên malbetên cîşihitî û parastina wanva mijûlbin. Şêwirê daye dîyarkirinê, wekî hetanî niha nêzîkî 2OO ermenî dîsa li Adirbêcanê çawa dîl têne xweykirinê. Ji wana gelek piştî opêrasîyonên leşkerî dîl ketine.Şêwira dêraye miletîyê usa jî tunekirina dêra û heykelên ruhanîye mayîn gunehkar kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan borcdare mîrasa çandî biparêze. “Ermenî dîsa tên cîşihitandinê û kuştinê, em bangî serok dikin ku sozê xwe xweyke û 24-ê nîsana sala 2O21-ê bi fermî kumjîya Ermenî naske”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button