Sereke

Wextê pevçûyînên di navbera hêzên Sûrîya Dêmokratîk û çekdarên piştgirên Tirkîyayê, sê çekdar hatine kuştinê

Çekdarên piştgirên Tirkîyayêye li bakûrê Sûrîyayê, êrîş birine li ser gundên Eyn Îsayê. Hatîye ragîhandinê, wekî sê çekdarên piştgirên tirka li alîyê Saydê hatine kuştinê, lê şerkarên hêzên Sûrîya Dêmokratîk, maşîneke leşkerî şewitandine. Hêzên Sûrîya Dêmokratîk du êrîşên çekdara paşda dane û ew paşda revîne, lê gundên Saydê, Mîyalagê, Cadîdê û rêya M4-ê dane ber bomba.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button