Sereke

Adirbêcanê dîlên ermenîye leşkerî zêrandine:Human Rights Watch

Hêzên azêrîya dîlên ermenîye leşkerî, yên ku rûyê şerê Qerebagêye sala 2O2O-da dîl ketine, zêrandine. Derheqa wê yekêda nava elametîya teşkîleta navnetewîye mafparêz Human Rights Watch-da hatîye dîyarkirinê. “Serokatîya Adiriêcanê gerekê wan merivên ku ew yek kirine, bînine ber cabdarîyê. Adirbêcan gerekê lez hemû dîlên leşkerî û merivên sîvîle dîlketî jî aza berde û înformasîya derheqa wan merivada belavke, cîhên kîjana eyan nînin”,- nava elametîya teşkîletêda hatîye gotinê.Teşkîletê usa jî tevî dîlên leşkerîye berê qise kirîye, yên ku bi hûrgilî dane dîyarkirinê, ku çi cûreyî azêrî nêzîkî wan bûne. Hemûya jî dane dîyarkirinê, ku ew hatine zêrandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button