Sereke

Li ber dêra ermenîye li Hadrûtê megberên ermenî hatine xirabkirinê: raporta komîsîya ŞAY-ye derheqa azaya ayîna dînda

Komîsîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye azaya ayîna dîn, raporta derheqa halê ayîna dîne li Adirbêcanê belav kirîye. Nava raportêda usa jî bûyarên wextê şerê Qerebagêyî sala 2O2O-î hatîye dîyarkirinê. Anegorî raporta komîsîyayê, azaya ayîna dîn dîsa li Adirbêcanê çawa pirsgirêk dimîne.Raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî meha îlonêda ew şer destpê bûye û wî çaxî Ermenîstanê Adirbêcan nava bombekirina dêra ermenîye li Şûşîyê gunehkar kirîye. Usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî li wan têrîtorîyayên ku ketine bin kontrola Adirbêcanê, gelek heykel û megber hatine xirabkirinê. Elîyêv li ber serokê Rûsîyayê dabû bawarkirinê, wekî dêrên ermenîya û hinek cîhên dîrokî wê bêne xweykirinê, lê hinek cîh hene, çawa megberên nêzîkî dêra ermenîye li Hadrûtê hatine xirabkirinê. Komîsîyayê bîr anîye, wekî dawîya meha mijdarê sîstêma Organîzeya Netewên Yekbûîye perwerdê, ulm û çandê bang kiribû, ku mîsîyayê bişînine li wan cîha, lê Adirbcan qayîl nebibû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button