Sereke

Serokatîya Adrbêcanê çawa jî bêje ku pirsgirêka Qerebaxê hel bûye, lê pirsgirêk hel nebûye: Paşînyan

Serokatîya Adrbêcanê çawa jî bêje ku pirsgirêka Qerebaxê hel bûye, lê pirsgirêk hel nebûye. Derheqa wê yekêda, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, wextê rasthatina tevî binelîyên qeza Aragasotinêyî Nerkîn Bazmabêrdê, gotîye.
“Gelek pirs wê hebin, ku bona çi lawên me bûne cangorî. Ez dixwezim gelekî konkrêt bersiva vê pirsê bidim. Lawên me bona wê yekê bûne cangorî, ku dema ku roja îroyîn serokê Adrbêcanê elam bike ku pirsa Qerebaxê hel bûye, ku em jî bikaribin bêjin, ku pirsa Qerebaxê hel nebûye. Çimkî plana Adrbêcanê hema ew bû, ku li Qerebaxê tu ermenîk bi fîzîkî nemîne. Em vê yekê zanin. Feqet, îro Arsax heye, ermenîyên Arsaxê hene, û ez dixwezim bêjim ku ew yek bi saya bira, leşker û eskerê me ye. Belê, şerekî giran qewimî, lê ez dixwezim bêjim, ku ew çi ku niha heye, ew bi saya lawên me ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button