Sereke

Serokwezîr girêdayî cejina Newrozê ra diaspora kurdaye li Ermenîstanê pîroz kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr, girêdayî cejina Newrozê ra, dîaspora kurdaye li Ermenîstanê pîroz kirîye.
Nava pîrozbahîyêda hatîye gotinê:
“Ez, bi germayî, wekîlên dîaspora kurdîye li Ermenîstanê, girêdayî cejina wane kevnar û hizkirî ra, cecina Newrozê ra, pîroz dikim.
Ev cejina, ku sîmvola sala nû û hişyarbûna biharê ye, hêvîyên nû pêşda tîne. Bila cêribandinên mezin û biçûk paşerojêda bimînin, bila hemû kirinên weye qenc û xiyalên We mîyaser bibin. Sala nû bila bibe sala aşîtîyê û açixîya.
Bo xwîşk û birayên meye li Ermenîstanê ez saxlemîyê, gulvedanê û xweşbextîyê dixwezim. Em gerekê bi cedandinên tevayî, bona xwe hemûya, welatê gulvedayî çê bikin, bona nivşên xweye pêşerojê.
Newroz pîroz be”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button